Li Îranê 10 milyon welatî bi madeya hişber ketine!

Li Îranê 10 milyon welatî bi madeya hişber ketine!

Hejmara alûdbûyên bi madeya hişber li Îran û rojhilatê Kurdistanê berdewam di zêdebûnê de ye. Li gor amarên rojnameyeke Îranî, nêzîkî 10 milyon kes li wî welatî alûdeyî madeya hişber bûne.

A+A-

Li gorî nûçeya 24ê Birina madeya hişber li Îran û rojhilatê Kurdistanê di zêdebûnê de ye. Qeyrana aborî û belavbûna vîrûsa Koronayê jî nekarî wê pirsgirêka mezin ji bîra berpirs û xelkê asayî bibe. Niha û li gor dawî amarên rojnameya “Hemşehr” a Îranê, zêdetir ji 10 milyon kes bi awayekî rasterast û ne rasterast alûdeya madeya hişbir û cureyên wê bûne. Welatî jî dibêjin: Sedema sereke ya wê rewşê, bêkarî ye.

Faris Sengebor welatîyekî rojhilatê Kurdistanê ye di wê derbarê de dibêje: Heger jîyan xelkê baş be, kesek berê xwe nade madeya hişbir. Herwiha duyem sedem jî bêkarî ye, heger karê kesekî hebe, bêkar li parkan rûnane.

Niha ji bilî mêran, jin û ciwan bi rêjeyeke berçav alûdeya madeya hişbir bûne. Berpirs û rêxistinên pêwendîdar jî venaşêrin ku ew pirsgirêkeke mezin e û heta ti hewleke cidî ji bo kêmkirina wê mehatîye dayîn, beşeke mezin a welatîyan jî, hikûmetê tometbar dikin ku di wê derbarê de bêxem e.

Her çend e amareke fermî derbarê alûdebûyên madeya hişbir li rojhilatê Kurdistanê nîn e, lê berpirsên xwecihî venaşêrin ku hejmara alûdbûyan li parêzgehên Loristan, Îlam û Kirmanşanê ji parêzgehên din zêdetir e. Çavdêr jî dibêjin: Nebûna kar û berdestbûna madeya hişbir û cureyên wê, sedemên sereke yên alûdebûnê ne. Li hemberê jî heta niha ti planeke cidî û guncaw ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê nehatîye danîn.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin