Li Îdlîbê teqîn..Herî kêm 30 kuştî!

Li Îdlîbê teqîn..Herî kêm 30 kuştî!

Li kolana Selasînê ya bajarê Idlibê teqîneke mezin rû da. Hat gotin ku di teqînê de herî kêm 30 kes jiyana xwe ji dest daye. Her wiha nêzîkî 70 kes jî birîndar bûne.

A+A-

Li tora civakî, bikarhênerên herêmî, hinek wêne û vîdeoyên teqîna li kolana Selasînê ya li bajarê Îdlibê çêbûye parve kirin.

 
Hate ragihandin ku herî kêm 30 kes hatine kuştin û nêzîkî 70 kes jî birîndar bûne. 
 
Hate gotin armanca teqînê, baregeha "Ecnad el Qoqaz" bû ku li kolana Selasînê ye û di encamê de agirekî mezin derketiye.
 
Her wiha tê gotin, teqîn, di encama êrîşeke xwekujî ya bi otomobîleke bombebarkirî pêk hat.
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin