Li Îdlibê şer: 13 kuştî!

Li Îdlibê şer: 13 kuştî!

Berî ku Serokomarê Tirkîyeyê R. Tayyîb Erdoganî serdana Rûsyayê bike, li herêma bêçek a ku di bin çerçoweya rêkeftina îdlibê da ye şer di navbera hikûmeta Sûrîyê û komên çekdar da qewimî.

A+A-

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, li herêma ku dikeve navbera bejahîya başûrê Îdlibê û  bêjahîya bakûrê Hemayê, şer di navbera hêzênhikûmeta Sûrîyê û komên çekdar da qewimî.

Li gor îdiaya SOHRê, komên çekdar, êrîş birine ser bajarokê Masyafê ku dikeve başûrê Îdlibê û di bin kontrola hêzên hikûmeta Sûrîyê de ye û di encamê da 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Herwiha piştî êrîşa hêzên Sûrîyê ya li dijî bajarokên Sarakeb û Nerabê ku di bin kontrola çekdaran da ne jî 9 kesan cane xwe ji dest dane.

Gurbûna pevçûnên li herêma bêçek ku demekê berîya serdana Serokomarê Tirkîyeyê Receb Tayyîb Erdoganî hat ku ev yek cihê balkêşîyê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin