Li Îdlibê HTŞ amadekariya şer dike

Li Îdlibê HTŞ amadekariya şer dike

Rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) ku wekî rêxistineke terorî li gelek welatan hatiye ragihandin, li Idlibê dijî artêşa Sûriyê amadekariya şerekî mezin dike.

A+A-

Weşana fermî ya HTŞê, IBAyê li ser Telegramê bi çend peyaman ragihandiye ku wan li ser îhtimala operasyona artêşa Sûriyê ya ser Idlibê hêza xwe ya parastina Idlibê zêde kiriye û li Idlib, bakurê Hema û başûrê Helebê bergiriya xwe xurt kirine.

Herwiha di peyaman de hatiye gotin ku HTŞê li herêmên jêr kontrola xwe û çekdarên komên opozîsyonê jî li herêmên xwe amadekariya operasyonê li ser hêzên hikûmeta Sûriyê dikin.

Di peyaman de tê gotin, ji bo bergiriyê çekên modern ên ku dikarin dijmin ji dûr ve tesbît bikin û sekvan hatine bicîkirin û xendek û tunel jî hatine kolandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin