Li Îdlibê hêzên Sûriyê êrîşî HTŞyê kirin

Li Îdlibê hêzên Sûriyê êrîşî HTŞyê kirin

Hate ragihandin artêşa Sûriyê îşev, li Îdlibê dest bi êrîşên li dijî Heyet Tahrîr el Şamê kiriye.

A+A-

Li gor nûçeya Al Masdarê ku xwe dispêre çavkaniyên leşkerî, di êrîşa ji aliyê Hêzên Parêzkar ên Komarê ya Artêşa Sûriyê ve hatî kirin de gelek moşek û guleyên topê barandine ser cîhadîstên li-El Zehra, Kafr Hamra û Al- Layramona li herêma Halebê.

Hate gotin ku ev êrîş li dijî hêzên Heyet Tahrîr'uş Şamê hatine kirin.

Ev êrîş piştî vê yekê hatin ku artêşa Sûriyê gef lê xwaribû ku heke ji herêma bêçek a li Soçiyê hatibû diyarkirin venekişînin dê operasyonê bidine destpêkirin û HTŞyê jî heftiya borî moşek avêtibûn navçeyên li Rojavayê Helebê.

Li aliyekî din hate ragihandin dîsa Al Masdarê ragihand ku li Îdlibê roja çarşemê şer di navbera çekdarên cîhadîst û Artêşa Azad a Sûriyê (ÖSO) de derketine.

Li gor raporta aktîvîstên herêmî, ziyanên mezin gihîştiye herdu aliyan jî û 5 cîhadîst mirine û di sivîl jî di navbeyna gulebaranan de can dane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin