LI ÎDLIBÊ ARTÊŞA SÛRÎYÊ BAREGEHA ARTÊŞA TIRK TOPBARAN KIR

LI ÎDLIBÊ ARTÊŞA SÛRÎYÊ BAREGEHA ARTÊŞA TIRK TOPBARAN KIR

Hat ragihandin şeva borî, li parêzgeha Îdlibê Artêşa Sûrîyê, bi topan êrîşî xala çavdêrîyê ya artêşa tirk kirîye.

A+A-

Ajansa “Al-Arabiya” doh belav kir ku, şeva borî artêşa Sûrîyê xaleka çavdêriyê ya artêşa Tirkiyê li Idlibê topbaran kir, li ser vê bûyerê jî Tirkiyê daxwaza piştevanîyê ji firokxaneya Incirlîkê kir.

Li alîyekî din, jêderekî ji artêşa Sûriyê ji “Sputnik”ê re da zanîn, çekdarên Desteya Tehrîr el Şamê û grûpa Ecnad Qoqazê li nêzîkî bajarokê Ebû Zihûr li başûrê Idlibê amadekariya êrîşekê dikin dikirin û xwe di siya xala çavdêrîya artêşa Tirkiyê diparêzin, wan jî ew dever topbaran kiriye.

Lê li ser vê yekê, ne hikûmeta Sûriyê û ne jî hikûmeta Tirkîyê ti daxuyaniyeke fermî nedane.

Weke tê zanîn doh Sergey Lavrovî jî cardin hişyarî dabû Tirkîyê û gotibû Tirkîyê rêkeftina Îdlibê bi temamî neanîye cih.

(k24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin