Li Îdirê li dijî pençeşêriyê seferberî

Li Îdirê li dijî pençeşêriyê seferberî

Li bajarê Îdirê projeyek ji aliyê rêvebiriya tenduristiyê ve tê meşandin. Navê projeyê “Daweta bo lêkolînan” e. Proje di çarçoveya bernameya “Di pençeşêrê de girîngiya teşxîsa zû” ye.

A+A-

Di çarçoveya projeyê de, ji xebatkarên tenduristiyê tîmek hatiye danîn da ku mijarê bi xelkê bidin zanîn. Ev tîm li navendê, li navçe û gundan geriyane û girîngiya teşxîsa zû ya bo pençeşêrê bi xelkê dane zanîn. Hatiye ragihandin ku bi teşxîsa zû mirov dikare bi pençeşêrê re serî derê û dermankirina nexweşînê bê pere ye. Divê hinek test bên kirin da encam bê zanîn. Bi rêya stand, rojname, radyo, belavok û hwd gelek xebat hatine kirin.

Bi taybetî jinên ku berê navên wan hatiye tesbîtkirin, wan ji malên wan hilanîne û anîne navenda tenduristiyê û pişt re mamografi HPV-DNA û lêgerînên GGTyê li wan hatine kirin û wan bi erebeyan danîne malên wan. Bi xebateke baş Ixdir di vî warî de,  bajarê yekem an yê duyeme ku ev xebat lê baş hatiye kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin