Li Îdirê heya 15 rojan qedexe hat ragihandin

Li Îdirê heya 15 rojan qedexe hat ragihandin

Hat gotin li ser biryara Walîtiya Îdirê ji bo ku piştî hilbijartinê rê li ber bûyer û çalakiyên provokatîf û pevçûnan bê girtin li giştiyê bajêr 15 roj li ser rê, kuçe, kolan, meydan, park û cihên giştî civîn, meş û çalakî hatin qedexekirin.

A+A-

Walîtiya Îdirê ragihand ku ji bo ku piştî encamên Hilbijartinên 31ê Adarê bûyerên nebaş neqewimin, civîn û xwepêşdan ji bo heyama 15 rojan hatin qedexekirin.

Hat gotin li ser biryara Walîtiya Îdirê ji bo ku piştî hilbijartinên 31ê Adarê rê li ber bûyer û çalakiyên provokatîf û pevçûnan bê girtin li giştiyê bajêr 15 rojan li ser rê, kuçe, kolan, meydan, park û cihên giştî civîn, meş û çalakî hatin qedexekirin.

Berbijêrê HDPê Yaşar Akkuş li gor encaman destpêkê yên nefemî di 31ê Adara 2019an de bi rêjeya ji sedî 50.10 serokatiya Şaredariya bidest xist. Dûvre, li ser îtiraza MHPyê deng dubare hatin hejmartin, lê 17 dengên HDPê zêde bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin