Li Hîlwanê bav û kur hatin kuştin

Li Hîlwanê bav û kur hatin kuştin

.

A+A-

Li bajarê Rihayê li navçeya Hîlwanê di navbera du malbatên eqrebayên hev de şer derket û bavê bi navê Adil Taşdirek û kurê wî Selam Taşdirek hatin kuştin û kesekî dinê birîndar bû. Bûyer ber destê êvarê li taxa Akçaorenê qewimî.

Hat ragihandin ku şer û pevçûn li ser ajotina erd çêbûye. Bav û kurê kuştî bi tivinda nêçîrê hatine kuştin. Piştî bav, kur û zilamê bi navê Mustafa Özmen birîndar bûn, bi ambûlansan wan birin nexweşxana dewletê ya Hîlwanê. Bav û kur li nexweşxanê can dan.

Tîmên cendirmeyan li ciyê bûreyê tedbîrên ewlehiyê sitendin û lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin