Li Hewramanê merasima Pîr Şalyar birêve çû

Li Hewramanê merasima Pîr Şalyar birêve çû

Her sal di demsala zivistanê de gelek kes berê xwe didin Hewramana Text û beşdarî ahenga Pîr Şalyar dibin. Îsal jî wek salên berê ev kevneşopîya Kurdewarî li Hewramana Text hat lidarxistin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Hewramana Text li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye û her sal mêvandarîya du merasîman dike ku yek ji wan di naverasta demsala zivistanê ye û bi ahenga Pîr Şalyar tê nasîn û ya din jî di naverasta demsala biharê de ye û bi Komsay tê nasîn.

Ahenga Pîr Şalyar her sal çarşema yekem a nîvê duyem, meha duyem a zivistanê birêve diçe.

Merasîma Pîr Şalyar merasîmekê kevn a kurdewarî ye ku li Rojhilatê Kurdistanê û li devera Hewramanê birêve diçe. Ji ber merasîma Pîr Şalyar, her sal gelek geştyar ji navçeyên din ên Kurdistanê, Îranê û welatên cîhanê serdana Hewramanê dikin.

Her sal ji seranserê Kurdistan û cihên din ên cîhanê hejmareke zêde ya xelkê bo beşdarbûna merasîma Zemawendî-Şahîya Pîr Şalyar berê xwe didin Hewrema Text a Rojhilatê Kurdistanê. Bajarokê Hewremana Text ku merasîma Pîr Şalyar lê birêve diçe, bûye cihekî girîng û geştyarî û xwezaya wê ya ciwan û bêwêne bala geştyaran dikşîne. Hewremana Text dikeve cihekî çîyayî û rêyên wê yên dijwar jî gelekî bala turîstan dikşînin.

Zemawenda Pîr Şalyar her sal di nîvê duyem ê demsala zivistanê de û bi destpêka çileye biçûk li Hewremana Text dest pê dike. Zemawend êvara roja Sêşembê bi kevneşopîya “Kote Kote”ji alîye zarokan ve dest pê dike.

Di roja yekem de ajel tên qurbanîkirin û hin merasîmên taybet tên lidarxistin ku heta derengîya şevê berdewam e.Di roja duyem de xwarin û xurekên xwecihî tên amadekirin û roja din jî def tê jenandin, helbest, zikir û dua tên xwendin û behsa serborîyan tê kirin.

Êvara roja Sêşembê, zarok xelkê gund agahdar dikin ku sibe Zemawenda Pîr Şalyar e. Li ber derîye malan dikin hawar û dibên; “KoteKote - KlawRojne”. Xwedîyên malan jî dîyarîyekê dixin turikê zarokan. Sibeha roja din jî zarok li nav kolanan kevneşopîya-nerîta “KlawRojne”(Kuleka ku roj têre li hundir dixe) birêve dibin. Şahîya Pîr Şalyar yek ji kevintirîn cejnên Zerdeştîyan e li Kurdistanê ku dîroka wê vedigere berî Îslamê. Zemawend an Şahî bi dabeşkirin-belavkirina gwîzên baxê Pîr Şalyar li nav xelkê dest pê dike.

Serê sibeha roja Çarşembê li ber derîye mala Pîr Şalyar pez û mî tên qurbanîkirin. Xwîna qurbanîyan ji ser banê malan ve dirije ser banên din. Goştê qurbanîyan li nav xelkê gund tê belav kirin û beşek jî dibe tirşikeke taybet bi navê “Helûşîne Tişî” ku xwarineke pîroz tê dîtin û bi hezaran sal e ji alîyê xelkê Hewreman ve tê çêkirin.

Roja Pêncşemê govend dest pê dike ku niha bûye semaya derwêşan. Hejmareke zêde ya derwêş û xelkê Hewreman li ber mala Pîr Şalyar dest bi sema û zikrê derwêşan dikin. Di dema Zemawenda Pîr Şalyar de her malbateke Hewremana Text hemû kevneşopîyên bav û bapîrên xwe yên berî bi hezaran sal cîbicîh dikin.

Di zemawenda Pîr Şalyar de, sewikeke (qursikeke) taybet û tamxweş bi navê “Gête Meje” tê çêkirin ku xwarineke pîroz e di wê şahîyê de. GêteMeje ligel mast li ser mezara Pîr Şalyar tê xwarin û piştre dîsan sema dest pê dike. Li tenişt mezara Pîr, keç û jin parçe qumaşekî bi sê girêkan girêdidin ku tarîxeke wê ya kevin heye.

Zemawenda Pîr Şalyar û Sedsala Zerdeştîyan bi hev re birêve diçin û li gor tekstên qedîm ên dîrokî, Pîr Şalyar yek ji pîrên naskirî yê ola Zerdeştî bûye ku jîyana xwe bo belavkirina ola Zerdeştî li Kurdistanê veqetandîye. Kitêbeke Pîr Şalyar bi zimanê Kurdî ya bi nave “Marîfetûpîrî”hebûye ku yek ji tekstên pîroz ên Kurdistanê ye.

Hewramana Text, bajarokeke 5 hezar kesî ya Rojhilatê Kurdistanê ye, ku ser bi navçeya Sewlava ya parêzgeha Sineyê ve ye.

 

Ji bo temaşekirina vê nûçeyê bitikînin.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin