Li Hewlêrê karnavaleke mezin a cemawerî li dar ket

Li Hewlêrê karnavaleke mezin a cemawerî li dar ket

Îro 25.9.2018 bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî karnevaleke cemawerî ya mezin li bajarê Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê birêve çû.

A+A-

Kernevala cemawerî ji bo piştevanîkirina lîsta 183 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê bo hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê ye û hevdem e bi salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye ku berî salekê birêve çû û nêzîkî ji sedî 93 ji xelkê Kurdistanê dengê “Belê” da serxwebûna Kurdistanê.

Kerneval cemawerî li yarîgeha Fransiwa Herîrî birêve diçe û tê pêşbînîkirin bi dehan hezar kes ji bo piştevanîkirina li lîsta 183 ê PDKê û bîranîna referandûma serxwebûna Kurdistanê beşdar bibin.

Beşek ji kesên li cihê kernevalê kom bûne gotin: “Rojeke dîrokî ye, ku sala bûrî li vê yerîgehê me guhdariya gotara Serok Barzanî ya derbarê referandûmê de kir. Bi heman çoşê jî çaverê ne guhdariya gotareke nû ya Serok Barzanî bikin, box elk piştevaniyê li lîsta PDKê bike û deng bidin berbijarên PDKê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin