Li Hewlêrê civînek derbarê destûra nû ya Sûriyê de hat lidarxistin

Li Hewlêrê civînek derbarê destûra nû ya Sûriyê de hat lidarxistin

.

A+A-

Rêxistina Berçav a Ragihandinê û Geşepêdana Demokrasiyê li Hewlêrê civîneke taybet li ser destûra pêşeroja Sûriyê saz kir. 

Rêxistina Berçav a Ragihandinê û Geşepêdana Demokrasiyê li Hewlêrê civîneke taybet li ser destûra pêşeroja Sûriyê saz kir û behsa girîngiya rola Kurdan a di pêşeroja vê destûrê de kir.

Di civînê de endamekî Komîteya Destûra Sûriyê ji rêxistinên civaka sivîl beşdar bû û guh da pêşniyarên beşdarên din ên civînê, ku hejmarek partiyên siyasî û siyasetmedarên Kurd ligel kesayetên serbixwe û rêxistinên civaka sivîl, behsa rola destûra pêşeroja Sûriyê kirin.

Rêveberê Rêxistina Berçav Farûq Hecî Mistefa ji K24ê re diyar kir: “Him di dîroka Sûriyê de jî ti navê Kurdan di destûrê de nehatiye nivîsandin û heta di qanûnan de jî tune, eynî wê demê jî di lijneya destûrê de amadebûn û endambûna Kurdan gelek zeîf e, şexsekî me tenê heye, Kek Kamîran e. Ne tenê ji Berçav, ji xelkê me hemû, ji hemû partiyan tê xwestin, divê em çalakiyan bikin, divê em dengê xwe bigihînin, divê em nêrînên xwe bigihînin. Divê em zanibin ku em ji vê destûrê çi dixwazin.”

Serkirdeyekî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) civînên bi vî awayî erênî dinirxîne û bi taybetî jî bi endamên Komîteya Destûra Pêşeroja Sûriyê re.

Bi sedan car civînên bi vî awayî ji bo destûra pêşeroja Sûriyê hatine lidarxistin û Kurd jî her dem dixwazin rola xwe tê de raxin ber çavan, lê tevî vê jî rola Kurdan heya niha di komîteya pêkanîna destûra Sûriyê de li ser asta dijbere û rejîm û rêxistinên civaka sivîl, lawaz maye.

(K24)  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin