Li Hesekê teqîn

Li Hesekê teqîn

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê êrîşeke xwekujî li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên Amerîkayê hat encamdan.

A+A-

îro li Şeddadê ya Hesekê, êrîşeke xwekujî karwana hevpar a leşkerî ya HSD û Leşkerên Amerîkî kir armanc.

 

Ajans France Press (AFP) wekî lezgîn ragihand ku di encama erîşa xwekujî ya dijî karwana leşkerî ya YPG/HSD û hezên Amerîkî de 5 kesan can daye.

Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku di encama êrîşê de, 5 şervanan jiyana xwe ji dest daye û 2 leşkerên Amerîkî jî birîndar bûne.

Li aliyekî din, hin çavkanî red dikin ku kuştî hebin û li gor van çavkaniyan şervanên HSD û Amerîkî bi êrîşkaran hesiyane û ji trempêlê peya bûne û 2 şervanên HSD û leşkerekî Amerîkî birîndar in.

Hevpeymaniya Navdewletî jî, beyî ku behsa HSDiyan bike ragihand ti leşkerên Amrîkî di êrîşa Hesekê de jiyana xwe ji dest nedaye.

Hêjayî bibîrxistinê ye îro 21ê Çileyê hatibû ragihandin ku karwaneke leşkerî ya hêzên Amerîkayê ji ser Başûrê Kurdistanê û Hesekê ve ber bi Minbicê bi rê ketiye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin