Li Herêma Kurdistanê ji ber koronayê 17 kesan canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê ji ber koronayê 17 kesan canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 636 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 17 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

A+A-

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 636 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 110 kes li Hewlêrê, 109 kes li Silêmaniyê, 32 kes li Germiyanê, 353 kes li Duhokê û 32 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand; 17 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Germiyanê, kesek li Raperînê û 6 kes li Duhokê.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 403 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku jê 186 kes li Hewlêrê, 28 kes li Silêmaniyê, 34 kes li Germiyanê, 126 kes li Duhokê û 29 kes li Helebceyê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 32368

Mirin: 1553

Başbûn: 27324

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin