Li Herêma Kurdistanê 14 kesên din bi Koronayê can dan

Li Herêma Kurdistanê 14 kesên din bi Koronayê can dan

Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 348 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine ku

A+A-

 

Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê da zanîn, ji duhî de 14 kes jî bi Koronayê can dane û 114 kes jî baş bûne.

Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 348 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine ku 244 kes li Hewlêrê ne, 60 li Duhokê, 19 li Silêmanîyê û 25 kes jî li Germîyanê ne.

Li gorî amarên han, heta niha 14 hezar û 816 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine ku 9 hezar û 413 kes jê baş bûne û 574 kes jî mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin