Li Herêma Dêrezorê di Hefteyekê de Du Lîderên DAIŞê Tên Girtin

Li Herêma Dêrezorê di Hefteyekê de Du Lîderên DAIŞê Tên Girtin

.

A+A-

Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên Kwalîsyona Navdewletî lîderekî rêxistina Daiş'ê li rojavayê herêma Dêrezorê girtin.

Di operasiyona hevbeş ya Yekîneyên Antî Teror yên HSD ê (YAT) û Hêzên Kwalîsyonê de bi operasonekê çekdarê Daiş di mala wî de hat girtin.

Aram Hinna peyvdarê HSDê di daxweiyaniyeke taybet de bo Dengê Amerîka da zanîn ku girtî yê Daiş ê li ser plansaziya teqîn û kuştinê dixebitî ku sivîl û hêzên wan aramanc bigire, Aram dibêje, ''Yekîneyên Antî Teror yên Hêzên me bi hevkariya Kwalîsyona Navdewletî li bejahiya gundewarên Dêrazorê operasyonek li dar xistin, di encamê de efserkî rêxistina Daişê hat girtin.

Li gorî agahîyên HSD'ê ku li mala wî lîderê Daişê yê armanckirî, belgeyên dor şaneyên Daişê hatin dîtin.

Peyvdarê HSD'ê eşkerekir ku ew dîtina wan belgeyan dê rê li ber êrîşên Daişê bigre, û got "Ev lîder li ser plansaziya teqîn û kuştinê dixebitî ku sivîl û hêzên me ermanc dikir. Di destê wî de gelek çek, nivîs û belge hebûn ku dê xizmeta têkoşîna me ya li dijî terorê bike û dê gelek terorîstan li van deran û li herêmê eşkere bike ''.

Di meha borî de Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên kwalîsyona Navdewletî operasyonên xwe yên ewlekariyê li bejahiya gundwarên Dêrazorê zêde kirin e.

Beriya çend rojan ji vê mehê lîderekî Daiş ê li bajarokê Ebû Xeşab li gundewarên bakurê Dêrezorê hat girtin.

Her wisa li gorî raporan ku şaneyên Daişê li kampa Holê careke din bihêz bûne. Di meha Hezîranê de 85 hewlên revê çêbûne ,bi zêdebûna rêjeya 300 % ji hewlên revê ji 5 mehên sala 2021.

Li gorî agahîyan ku herdû lîderên Daişê ku di du operasyonên cûda de hatin girtin, xwedî bandorên mezin bûn di aktîvkirina Daişê de, û dê agahî û belgeyên bi wan re hatin dîtin dê têgihştineke firehtir ji tevgera şaneyên Daişê li sûrîyê sazbike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin