Li Gurcistanê yekem car e ku jinek bûye serokomar

Li Gurcistanê yekem car e ku jinek bûye serokomar

Li Gurcistanê yekem car e ku jinek weke serokomar hatiye hilbijartin. Navê jina ku bûye serokomar Salome Zurabişvili ye. Gurcistan di rêjaya jinan a li parlamentoyê de di asta cîhanê de li rêza 123yê de ye.

A+A-

Li Gurcistanê cara dawiyê ye ku gel ji bo hilbijartina serokomar dengên xwe avêtine. Di tûra duyem a hilbijartinê de Salome Zurabişvili, Wezîra Karên Derve ya berê ji sedî 59,6 dengên gel bi dest xistiye û bûye serokomar.

Namzetê din yê bi navê Grigol Vaşadze ji sedî 40,4 deng stendiye.

Zurabişvili weke namzeta serbixwe ketiye hilbijartinê û Partiya Xewna Gurcuyan piştgiriya wê kiriye. Partiya Tevgera Netewî ya Mezin ya desthilatdar jî piştgiriya Vaşadzeyî kiriye.

Giorgi Margvelaşvili, serokomarê niha aşkere kiribû ku ew ê di hilbijartinê de nebe namzet.

Salome Zurabishvili wê di meha Kanûna Paşiyê (Berfanbar) de dest bi wezîfeyê bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin