Li gorî NATOyê Rûsyayê 40 hezar leşker li Ûkraynayê ji dest daye

Li gorî NATOyê Rûsyayê 40 hezar leşker li Ûkraynayê ji dest daye

.

A+A-

Li gorî texmînan 190 hezar leşkerên rûsî li Ûkraynayê şer dikin.

NATOyê diyar kiriye ku di meha destpêkê ya şerê Ûkraynayê de nêzîkî 40 hezar leşkerîn rûsî mirine, birîndar bûne yan jî winda bûne. 

Rayedarekî DYAyî yê di NATOyê da kar dike, bêyî ku navê xwe aşkere bike ji NBC, AP û çendîn saziyên din ên medyayê re gotiye, di dema şer de li gorî nirxandinên istixbararê yên NATOyê, ji 7 hezarî heta 10 hezarî leşkerên rûsî mirine. 

Rayedarî diyar kiriye ku NATOyê ev dane ji rayedarên ûkraynî û zanyariyên istixbaratê yên ji Rûsyayê hatine wergirtin, derxistine. 

Rêxistinên istixbaratê yên DYAyê jî aşkere kiribûn ku nêzîkî 7 hezar leşkerîn rûsî mirine. Herdu zanyarî hev digrin. 

Rayedarê NATOyê derbarê windahiyên Ûkraynayê de ti tiştek negotiye.

Serê vê hefteyê rojnameya Komsomolskaya ya Pravdayê ya nêzîkî Kremlînê gotibû ku li derdora  10 hezar leşkerên rûsî mirine. Rojnameyê ev zanyarî spartibû Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê û gotibû, 9 hezar û 861 leşkerên rûsî mirine, 16 hezar û 153 leşker jî birîndar bûne. Rojnameyê paşê nûçeya xwe jê biribû. 

Rûsyayê bi 190 hezar leşkerî dest bi dagirkirinê kiribû lê paşê ji Çeçenistan, Sûriye û hin deverên din komeke leşkerên din jî biribû Ûkraynayê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin