Li gor amarên TUIKê nifûsa Kurdan li Tirkîyê 19 milyon kes e

Li gor amarên TUIKê nifûsa Kurdan li Tirkîyê 19 milyon kes e

Li gor amarên dawî yên Desteya Giştî ya Amerên Tirkîyê, hejmara akincîyên Tirkîyê di sala 2019an de bi berhevdana ligel sala 2018, bi qasî 1 milyon û 151 hezar û 115 kes zêde bûye û gihîştîye 83 milyon û 154 hezar û 997 kesan.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Desteya Giştî ya Amerên Tirkîyê (TUIK) hejmara akincîyên Tirkîye û Bakurê Kurdistanê belav kir, li gor amarên wê desteyê, hejmara akincîyên Tirkîyê bi giştî gihîştîye zêdetir ji 83 milyon kesan û hejmara akincîyên Bakurê Kurdistanê û Kurdan bi giştî zêdetir ji 19 milyon kesan e.

Li gor amarên dawî yên Desteya Giştî ya Amerên Tirkîyê, hejmara akincîyên Tirkîyê di sala 2019an de bi berhevdana ligel sala 2018, bi qasî 1 milyon û 151 hezar û 115 kes zêde bûye û gihîştîye 83 milyon û 154 hezar û 997 kesan.

Her li gor amarên TUIKê hejmara akincîyên Bakurê Kurdistanê di sala 2019an de bi berhevdana ligel sala 2018ê bi qasî 479 hezar û 185 kes zêde bûye û gihîştîye 19 milyon û 177 hezar û 123 kesan.

Her li gor heman amaran, netewa Kurd li Tirkîyê bi giştî %21.88 ji nifûsa wî welatî pêk tîne.

Li Bakurê Kurdistanê zêdetirîn rêjeya akincîyan li parêzgeha Rihayê ye û li gor amarên TUIKê, hejmara akincîyên wê di sala 2019an de 2 milyon û 73 hezar û 614 kes bûye.

Piştî Rihayê, parêzgeha Dîlok bi 2 milyon û 69 hezar û 364 kesparêzgeha Amedê bi 1 milyon û 756 hezar û 353 kes nifûs, Gumgum bi 1 milyon û 154 hezar û 102 kes û parêzgeha Wanê bi nifûsa 1 milyon û 136 hezar û 757 kesî di pileyên duyem heta pêncem de cih digirin.

Ji xeynî van 5 bajaran hejmara akincîyên parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê jî di jêr yek milyon kesî de ye.

Hejmara herî kêm a akincîyên Bakurê Kurdistanê li parêzgeha Dêrsimê hatîye tomarkirin û hejmara wan 84 hezar û 660 kes in.

Bajarên herî qerebalix ên Tirkîyê

Her li gor amarên TUIKê, Stenbol mezintirîn bajarê Tirkîyê ye û 15 milyon û 519 hezar û 267 kes li wî bajarî dijîn, ku bi giştî %18.66 ji akincîyên Tirkîyê pêk tîne.

Herwiha Enqere ya paytexta Tirkîyê bi nifûsa 5 milyon û 639 hezar û 076 kesan di rêza duyem, bajarê Izmîrê bi 4 milyon û 367 hezar û 251 kesan di rêza sêyem, Bursa bi 3 milyon û 56 hezar û 120 kes di rêza çarem, Antalya bi 2 milyon û 511 hezar û 700 kesan di rêza pêncem û bajarê Konyayê bi 2 milyon û 232 hezar û 374 kesan di rêza şeşem a bajarên mezin ên Tirkîyê de cih digirin.

Hejmara herî kêm a akincîyên Tirkîyê jî li parêzgeha Bayburtê hatîye tomarkirin û hejmara wan 84 hezar û ‎‎843 kes in.

Rêjeya akincîyan li bajar û bajarokan sala 2018an di asta %92.3 de bûye. Sala 2019ê bo asta %92.8 zêde bûye û rêjeya akincîyan li gund û nehyeyan %7.2 bûye.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin