Li Girtîgeha Elezîzê îşkence li 4 jinan hate kirin!

Li Girtîgeha Elezîzê îşkence li 4 jinan hate kirin!

Van rojên dawîn ji Tîpa T ya Girtîgeha Elezîzê agahiyên derbarê zordarî û îşkenceyên li ser girtiyên jin ên siyasî zêde dihat û îro nûçeya şewatê jî ji girtîgehê hat. Digel agahiyên zelal nayên bidestxistin, hin rêxistinên jinan li Şaxa Stenbolê ya Komele

A+A-

Li Girtîgeha Elezîzê îşkence li 4 jinan hate kirin!

 

Van rojên dawîn ji Tîpa T ya Girtîgeha Elezîzê agahiyên derbarê zordarî û îşkenceyên li ser girtiyên jin ên siyasî zêde dihat û îro nûçeya şewatê jî ji girtîgehê hat. Digel agahiyên zelal nayên bidestxistin, hin rêxistinên jinan li Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) daxuyaniyek belav kirin.

Di daxuyaniyê de aşkere kirin ku li Girtîgeha Elezîzê îşkence li çar jinan hatiye kirin û ji ber van îşkenceyan girtiyên jin ên siyasî ji 1ê Çiriya Paşiyê de ketine grêva birçîbûnê û di hucreyên yekhucreyî de têne girtin.

 

Li gor daxuyaniyê, xwestine bi darê zorê “karta berstûk” bidin jinan, jinên ku ev tişt qebûl nekirine ji 1ê Çiriya Paşiyê heta niha di hucreyên yek kesî de tên girtin. jinên girtî yên siyasi Îlke Başak Baydar, Gîzem Yamaç, Çîgdem Kiliç û Dêrsîm Konak ji 1ê Çiriya Paşiyê heta niha ji ber îşkenceyan di greva birçîbûnê de ne.

 

Bi ava bişid êrîş birine ser qawîşan

 

Gulçîn Aykûl di civînê de axivî û got ku li Girtîgeha Elezîzê jin rastî îşkenceya laşî û psîkolojîk tên.

“Gardiyanan gotine ku ‘agir derketiye’ û bi ser qawîşan de girtine û bi ava bişid îşkence li jinan kirine. Îşkenceyeke sîstematîk tê kirin.”

 

Fadîme Çelebî: Îlke ji ber îşkenceyî xwîn avêtiye

 

Li ser navê SKMyê Çelebî axivî û got ku Baydar a di greva birçîbûnê de di encama îşkenceyê de xwîn avêtiye: “Dewleta ku li Tirkiye û Kurdistanê dixwaze muxalefeta civakî biçewisine îro jî hewl dide girtîgehan dîzayn bike. Ya il Elezîzê dibe provaya destpêkê ya dewletê ye.”

 

Ji bo roja şemiyê banga çalakiye hat kirin

 

Rêxistinên jinan wê 18yê Çiriya Paşiyê roja şemiyê saet 14.00ê ji Postaxaneya Galatasarayê ya Taksîmê derbarê îdiayên îşkenceyê de faksan bişînin rêveberiya Girtîgeha Elezîzê û ji bo piştgiriyê jî nameya bişînin ji jinên girtî yên siyasî.

 

Meclîsên Jinan ên Sosyalîst (SKM), Jinên Partiya Şoreşger, Tevgera Jinên Demokratîk (DKH), Jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsên Jinan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Jinên Demokrat ên Nû (YDK) û nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî civînê bûn.

(Bianet)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin