Li Girêspî ji ber teqînekê 5 kes mirin

Li Girêspî ji ber teqînekê 5 kes mirin

Li bajarokê Silogê yê ser bi bajarê Girêsipî yê Rojavayê Kurdistanê teqîneke bihêz rû da û hejmareke mezin ji welatîyan hatin kuştin û birîndar kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor Kurdistan24ê belavkirîye doh roja yekşemê 10-11-2019an li bajarokê Silog ê li başûrê rojhilatê Girêspî teqîneke bi riya otombîleke bombekirî rû da û li gor zanyarîyên destpêkê 5 kes hatine kuştin û zêdetir ji 13 kesan jî birîndar bûne.

Bajarokê Silog piştî êrîşa artêşa Tirkîyê û hêzên çekdarên opozîsyona Sûrîyê li ser Rojavayê Kurdistanê, niha ji alîyê wan ve hatîye dagîrkirin.

Beriya operasyona Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdisanê bajar ji alîyê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) dihat parastin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin