Li Girê Sipî teqîn.. 4 çekdar hatin kuştin

Li Girê Sipî teqîn.. 4 çekdar hatin kuştin

Li Girê Sipî teqîneke mezin hate kirin û di encamê de 4 çekdarên ser bi Tirkîyê ve hatin kuştin.

A+A-

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, otombîleke bombekirî li rêbenda çekdaran li gundê Silok – Mebrûka teqîya û li gor zanyarîyên destpêkê 4 çekdar hatine kuştin û hejmarek çekdar jî birîndar bûne.

Rewangehê amaje bi wê jî da, dibe ku hejmara kuştîyên teqînê zêde bibe, ji ber ku birînên gelek çekdaran giran in.

Ji dema dagîrkirina Girê Sipî ji alîyê artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ve, rewşa ewlehîyê bi yekcarî têk çûye û her car teqîn lê tên kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin