• Diyarbakır 6 °C
  • Batman 6 °C
  • Hakkari 1 °C
  • Şırnak 8 °C
  • Ağrı 1 °C

”li gelek derên cîhanê û li her çar perçeyên Kurdistanê jin tuşî êrîş, tundî û qetlîaman dibin”

”li gelek derên cîhanê û li her çar perçeyên Kurdistanê jin tuşî êrîş, tundî û qetlîaman dibin”
Komîsyona Jinan a PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê ) bi peyamekê 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir; “Îro 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ye.

Komîsyona Jinan a PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê ) bi peyamekê 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir; “Îro 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ye. Mixabin wek ku li gelek derên cîhanê, îro li her çar perçeyên Kurdistanê jî jin tuşî êrîş, tundî û qetlîaman dibin.”

Komîsyona Jinan a PAKê di peyama xwe de diyar dike, ku gelê kurd bi 50 milyon nifûsa xwe hîna jî di nav dewletên serbixwe yên cîhanê de cihê xwe nagrin û got; “Her çend  nêvîyê civata Kurdistanê ji janan pêk tê jî, lê jinên kurd  li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê ji mafê perwerdeya zimanê xwe yê zikmakî pêpar in. Di mafên civakî, aborî, tevîbûna jîyana polîtîk û heta di mafê perwerdeyê jî jin tûşî neheqîyeke mezin dibin. Şer û pevçûn û qedexeyên heyî herî zêde tesîreke xerab li ser jinan dike. Jin hîna jî tûşî şîdetê dibin.”

Peyama Komîsyona Jinan a PAKê wiha berdewam dike:

“Di rewşeke weha de, em dibêjin 8ê Adara bila bibe roja bilindkirina ala azadîya jinan, bila bibe roja bilindkirina ala azadîya Kurdistanê.

Îro him wek rêgezeke bindest, him jî wek beşek ji civaka kurd û Kurdistanê, li dijî şîddet, tacîz, destdirêjî, wêranî, neheqî û zilmên ku em tuşî dibinê, bi rûmetî em  dengê azadî, wekhevî û edaletê bilind dikin.”

Em wek jin beşek in ji civaka ku em tê de dijîn; lê beşeke ku ji wekhevîyê, ji gelek mafên xwe bêpar in. Em dê bi rêxistin û xebatên xwe yên taybet jî li hember cûdabûnên rêgezî yên bi her awayî û neheqîyan dengê xwe bilind bikin, tekoşîna bidomînin.

Divê em bizanibin ku, azadîya jinê, di dîroka mirovahîyê de her bûye mifteyek ku derîyê gelek azadîyan vekirîye. Berîya herkesî divê em jin li vê yekê agahdar bin.

Em dizanin û divê em bizanibin ku jin, helqeya yeke a hemû nirx, kevneşopî, ziman û çanda netewî ya Kurdan. Jin pireke di navbera duhî , îro û pêşerojê de.

Belê, azadîya jinan beşek û katalîzorek e di azadîya hemû beşên civakê yên etnîkî, cinsî, olî, mezhebî û civakî .

Em di vê hişmendîyê de ne ku jina birêxistinbûyî, temînata civaka wekhev û azad e; temînata neteweke birexistin e.”

Di berdewama peyamê de Komîsyona Jinan a PAKê dide xuyakirin, ku jinên kurd û Kurdistanî him tuşî êrîşên dewletên serwer tên û him jî li mal, kargeh, kolanan, û girtîgehan de di bin zext û şîddeta mêrên dene û wiha berdewam dike; “Îro li Bakurê Kurdistanê di şerê ku hîna jî didome de jin, xort, zarok û bi giştî gelê Kurdistanê tûşî şîddeta Dewleta Tirk tên. Ji vî şerî herî zêde jinên Kurd zerarê dibînin. Jinên Kurd zarokên xwe, dayîkên xwe, xwişk û birayên xwe, taxên xwe, kolanên xwe û jîyana xwe ji dest didin.. Êrîşên li ser nasnameya wan ya cinsî û netewî her roj zêdetir dibe.”

Komîsyona Jinan a PAKê banga rawestandina şerê li Bakurê Kurdistanê dike û dibêje; “Li ser esasên sîyasî û sivîl çareserkirina pirsgirêka kurd û Kurdistanê were pejirandin û bi mixatab girtina hemû partîyên kurdan pêvajoya çareserîya sîyasî destpê bibe.

Jinên Kurdan herdem bûne hedefa yekem ya dewletên serwer. Lê jinên kurd tu caran serê xwe netewandin e. Di hemû serhildan û şerên kurdan de cîhê xwe sitendin e, berxwedane. Li girtîgehan de jî tûşî îşkence, muameleyên xirab hatin lê tu carê paşve gav neavêtine.

Di dawiya peyamê de Komîsyona Jinan a PAKê xwedî li tekoşîna jinên her çar parçeyên Kurdistane derdikeve û destnîşan dike; “Tekoşîna Hafsa, Besê, Gulnaz, Zarîfe xaniman, Rewşen Bedirxan, Leyla Qasim, Zekiya Alkan û hemû jinên ku di tekoşîna netewî ya Kurdistanê de heta niha şehîd ketine; tekoşîna hemû xebatkar, pêşmerge û gerîllayan di rêya zadîyê de, têkoşîna me ye.

Tekoşîna li her çar perçeyên Kurdistanê tekoşîna me ye. Em li gel meşa serxwebûnê ya gelê xwe yê Başurê Kurdistanê ne, em li gel tekoşîna li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ya jibo azadî û statuyê ne.”

Ev nûçe 600 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din