Li Fransayê êrîşa çekdarî

Li Fransayê êrîşa çekdarî

Hat ragihandin ku bajarê Marsilya yê li başûrê Fransayê dikeve ji aliyê komeke serpûşkirî ya çekdar ve êrîşek hatiye kirin.

A+A-

Li gor zanyariyan wê koma çekdar li kuçeyê bi guleyan êrîşê ser xelkê sivîl kiriye.

Rojnameya herêmî ya frensî Provenceyê wek agahiya destpêkê ragihand ku herî kêm kesek birîndar bûye.

Hat diyarkirin ku li saet dora 18:00an êrîşkarekî bi keleşkofê li herêma Busserineyê gule bi ser komeke ciwanan de reşandiye.

Hat zanîn ku li cihê bûyerê endamekî asayîşê mudaxele kiriye û piştre jî bi hatina polîsên din re operasyona li ser êrîşkaran destpê kiriye.

​Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron beriya niha ji ber kêmbûna tevdîrên ewlekariyê rexne li rayedarên frensî kiribû û gotibû, hejmara êrîşên li welat pêk tên kêm nebûye.

Herî dawî 12ê Gulanê li Parîsê êrîşeke bi kêran pêk hatibû û di encamê de kesekî can dabû, 4 kes jî birîndar bûbûn.

Ew êrîş DAIŞê li xwe girtibû û kesê êrîşkar jî Çeçeniyekî li sala 1997an hatibû dinê bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin