Li Filîpînê erdhej pêkhat: Mirî hene!

Li Filîpînê erdhej pêkhat: Mirî hene!

Li eyaleta Batanes a Filîpînê du erdhejên bi hêza 5.4 û 5.9 pêkhatin û herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

A+A-

 

Li eyaleta Batanes a Filîpînê du erdhejên bi bihêza 5.4 û 5.9 pêkhatin û herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.


Li gor daxuyaniya Enstituya Erdhej û Volkanan a Filîpînê, li eyaleta Batanes a ser bi bakurê welat li gor demjimêrên herêmî demjimêr 04:16ê de erdhejek bi hêza 5.4 û demjimêr 07:00ê de jî erdheja 5.9 pêkhatiye.


Piştî wan her du erdhejan li ser ziyanên giyanî ti daxuyaniyek nehatibû dayîn, lê li gor çapemeniya navnetewî 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.


Bi giştî li eyaletê gelek avahiyan ji erdhejê xisar û ziyan dîtiye.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin