Li Ewrupa Hejmara Herî Pir ya Pêketîyên COVID-19 li Tirkîyê Ye

Li Ewrupa Hejmara Herî Pir ya Pêketîyên COVID-19 li Tirkîyê Ye

.

A+A-

Wezîrê Saxlemîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca cara yekê roja Çarşemê hejmara pêketîyên vîrusa korona yên bê nîşaneyên korona jî ragihand.

Bi vê yekê li gor daneyên 26 Mijdarê hejmara pêketîyên vîrusa korona yên rojane gihîşt 29,132 kesan. Hejmara mirîyan jî wek 174 kesan hat nişandan. Bi vê yekê jî herwiha hejmara mirîyan jî gihîşt 13,014 kesan.

Bi vê agahîya Wezareta Saxlemîyê, Tirkîye di pêketîyên COVID-19’de li Ewrupa di rêza yekê û li cîhanê jî di rêza çaran de cîh digire.

Lê berîya niha li gorî daneyên Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê (WHO) Tirkîyê li Ewrupa di rêza 15’an û li cîhanê jî di rêza 9’an de cîh digirt.

Piştî eşkerebûna van daneyan Seroka Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) Pr. Dr. Şebnem Korur Fîncanci û heyeteke ji doktoran pêk dihat bi serokê Partîya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtinêk pêk anîn.

Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) îdia dike hejmarên dawî yên Wezareta Saxlemîyê yên hatine ragihand jî rastîyê nîşan nadin.

Seroka Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) Pr. Dr. Şebnem Korur Fincanci di daxuyanîya bi Kiliçdaroglu re dîyar kir ku TTB di gotinên xwe yên ji serî û pê de mafdar derket.

“Xwezî evqas mirovên me nemirîyan û ewqas nexweş nebûyan. Dîsa xwezî evqas xebatkarên saxlemîyê jîyana xwe ji dest nedayan.”

Fincanci di domandina axaftina xwe de anî ziman ku hîn jî mirov dikare pêşigirtina vîrusa korona bike.

“Bi sînordarkirina çûn û hatinê, girtina qadên kolektîf, ji xeynî hilberîna mecbûrî rawestandina hilberandinan divê were kirin û divê ev yek 2/3 hefteyan were domandin.”

Serokê CHP’ê Kiliçdaroglu jî piştgirîya gotinên TTB’ê da û wî dîyar kir ku bawerîya wan li TTB’ê heye.

Li alîyeke din ve jî hêjayî gotinê ye ku li gor şaredarîya Stenbolê jî roja Pençşemê jiber nexweşîyên enfeksîyonê 210 kes jîyanên xwe ji dest dand.

Lê li gor heman daneyên wezaretê jiber vîrusa korona li tevahîya Tirkîyê 174 kes mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin