Li Ewropayê zimanê Kurdî bo perwerdehîyê hat qebûlkirin

Li Ewropayê zimanê Kurdî bo perwerdehîyê hat qebûlkirin

Serokê Kurdolojîya INALCO li Zanîngeha Sorbonê Îbrahîm Seydo Aydogan ragihand ku ku perwerdehîya mamosteyên zimanê kurdî bi taybetî ji bo welatên ewropî bi fermî hatîye qebûlkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Îbrahîm Seydo Aydogan, ku niha di vê rewşa koronayê de derdora 360 şagirt-mamoste û akademisyenên Kurd li ser metodoloji û lêkolînên zanistî, wêjeya Kurdî a klasîk û modern, zimannasi û ferhenga Kurdî bi rêya onlinê perwerde dike di peyamekê de wiha got: “Îroj Zanîngeha INALCO’yê (Zanîngeha Sorbonê) bi awayekî fermî qebûl kir ku meha Tîrmehê sala 2020 perwerdehîya mamosteyên kurd were kirin û diplomaya wateyî bide wan kesên ku bi ser bikevin”.

Serokê Kurdolojia INALCO/Zanîngeha Sorbonê dîyar kir ku diplomaya dawîya pêrwerdehîyê dê bi du armancan be û asta zimanî jî dîyar bike ew jî: Diplomaya mamostetîya kurdî û  Diplomaya asta zimanî C2.

 Perwerdehîya ser Zoomê ji bo mamostetîyê û asta zimanî, ji 6 heta 10ê tîrmehê ye. 11-12-13 tîrmeh ji bo azmûnê ye ku ew dê bi nivîskî û devkî nîqaşeke zanistî li ser mijareke ji berê de bi beşdêr re dîyarkirî ligel beşdarîya were kirin.

Belgeyên xwastî divê bi emaîlê werin şandin. Heger qeyda kesên ku serlêdanê bike were qebûlkirin, nameyekê elektronîk dê ji wan re were şandin; hingê ew dê bikarin qeyda teqez bikin û heqê perwerdehîyê li ser internetê bidin, da ku qeyda fermî were temamkirin.

Perwerdehî bi 450 euro ye. Dîploma dê bi kêrî mirov were ji bo mamostetîyê, wergêrîyê û asta mirov a zimanî nînan dide.

Belgeyên xwastî ev in: Kopîya nasname an pasaportê, CV, heger xebatên wan yên çapkirî hebin, kopîya wan,  nameyek ku tê de behsa daxwaza xwe dikin û dibêjin ka çima vê perwerdehîyê dixwazin, kopîya dîplomaya dawîn.

Mercên beşdarîyê jî ev in:  Zanîneke baş a kurdî û dîplomaya (bi kêmanî) lîseyê

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum