Li Ewropayê daxwaz tê kirin Charles Michel dest ji kar berde

Li Ewropayê daxwaz tê kirin Charles Michel dest ji kar berde

.

A+A-

Krîza nebûna kursiya Ursula von der Leyen di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewrûpayê de her berdewam e. Herî dawiyê li welatên Ewropî kampanyayek ji bo destjikarkişandina Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel hatiye destpêkirin, ji ber ku li gorî rêxistinên jinan, Michel rêz li jinê negirtiye.

Di dema serdana şanda bilind a Yekîtiya Ewropayê de bo Tirkiyê ku ji Charles Michel û Ursula von der Leyen pêk dihat, krîzeke protokolê derketibû. Cihê Michel li kêleka Erdogan hatibû amadekirin lê Ursula von der Leyen ji neçarî li ser qenepeyê rûnişt.

Niha jî li çend welatên Ewropî rêxistinên jinan berê rexneyên xwe dane Charles Michel û wî bi binpêkirina mafê jinê û îradeya wê tometbar dikin û daxwaz jî dikin ku demildest dest ji kar berde.

Ew rêxistinên jinan dibêjin, Charles Michel di serdana bo Tirkiyê de Ursula von der Leyen biçûk kiriye. Li gorî zanyariyan, heya niha zêdetirî 3 hezar îmzeyan hatine komkirin ji bo ku Michel dest ji kar berde.

Di daxuyaniyên wan rêxistinên jinan de hatiye ku Michel şaşiyeke mezin kiriye û di şexsê von der Leyen de tevahiya jinan biçûk kiriye, ji bo vê jî nabe ku li ser wê postê bimîne.
  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin