Li eskeriyê îşkence: Cixare li ser canê wî tefandin   

Li eskeriyê îşkence: Cixare li ser canê wî tefandin  

.

A+A-

Hasan Duduk ê ji Mêrdînê gava li Çerkezkoyê eskerî dikir, eskerên payebilind lê xistine û cixare di canê wî de tefandine. Piştî vê Duduk firar kir û giliyê eskeran kir. 

 
Hasan Duduk ê ji Mêrdînê gava li Fermandariya Zirxî ya 3'yan a Çerkezkoy a Tekirdagê eskerî dikir, eskerên payebilind lêxistine û cixare di canê wî de tefandine. Duduk ku di 1'ê Tîrmeha 2020'an de çûye eskeriyê, bi hinceta ku di 10' Mijdarê de tevî karê paqijiyê nebûye, Çawîşê Pispor R.K. lêxistiye. Ji ber vê stû û milê Duduk reş bûye. Duduk, piştî vê di 13'ê Mijdarê de firar dike û 8 saet şûnde cardin vedigere fermandariyê. Lê piştî ku ev muameleyên nebaş û gefxwarin didomin, Duduk di 25'ê Mijdarê de cardin firar dike û berê xwe dide Mêrdînê. Duduk, giliyê eskerên lêxistine kir. 
 
Duduk, anî ziman ku gava li eskeriyê bûye tahdeya derûnî û fizîkî lê hatiye kirin. Duduk, bilêv kir ku bi hinceta ku tevlî kar û barê paqijiyê nebûye Çawîşê Pispor R.K. cixare li ser destê wî tefandiye. 
 
Duduk, bilêv kir ku ji bo rapora derbkirinê wergire û ji bo sewqî nexweşxaneyê bê kirin çûye revîrê, lê belê çawîşê ku tahde lê kiriye bijîşk qaneh kiriye ku wî neşîne nexweşxaneyê. Duduk, diyar kir ku lê belê çendî ku rapora sewqê wergirtiye jî fermandarê wî nehiştiye biçe nexweşxaneyê, lê belê bi awayekî rêyek dîtiye û çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Çerkezkoyê û rapor wergirtiye. 
 
FERMANDAR GEF LÊ XWAR
 
Duduk, anî ziman ku piştî vê bûyerê bi hinceta ku "di dema nobedê de nelirêtî kiriye" derbarê wî de zabitnameyek hatiye çêkirin û piştî rapor wergirtiye, feramndarê wî gef lê xwariye û jê re gotiye: "Heger tu gilî bikî, dê eskeriya te dirêj bikim. Ez cezayê herî giran bidim te. Hema tu şaşiyekê bikî ez ê derbarê te de zabitnameyê çêbikim." 
 
ÇAWÎŞ LÊXISTIYE
 
Duduk, destnîşan kir ku paşê hew îdare kiriye û firar kiriye, lê belê 8 saet şûnde cardin vegeriyaye fermandariyê û vê carê jî wî birine cem dozgeriya eskeriyê û li wir îfade daye. Duduk, anî ziman ku ji ber ku di parêziya xwe ya nivîskî de nivîsandiye ku eskerên payebilind lêxistine, parêziya wî ya nivîskî hatiye qetandin, lê belê bi devkî her tişt ji dozger re gotiye. Duduk, bilêv kir ku ji ber ku li îfadeya xwe nequlibiye, vê carê serçawîşekî din lê xistiye û ji ber vê lêdanê nenûkeke nigê wî şikiyaye. 
 
2 ESKERAN HEWL DA XWE BIKUJIN 
 
Duduk, diyar kir ku gava li eskeriyê bûye du eskeran hewl daye întihar bike û got: "Li fermandariyê her tim bûyerên xwekuştinê û firarê diqewimîn. Ji ber tahdeya fermandaran. Muameleyên pir xirab dikirin. Tim heqaret dikirin, mirovan biçûk dixistin." 
 
‘JI BO SER BÛYERÊ BIGIRIN ÇI JI DESTÊ WAN HAT KIRIN' 
 
Duduk, anî ziman ku piştî tahdeya lê dihat kirin dewam kiriye, gava ji eskeriya wî re 26 roj mabûn, di 25'ê Mijdarê de cardin firar kiriye û berê xwe daye Mêrdînê. 
 
Duduk, bilêv kir ku ji ber tiştên lê hatine kirin derûniya wî xera bûye û tedawî bûye. Duduk, destnîşan kir ku sê platîn di nigê wî de hene, lê cardin wî birine eskeriyê û got: "Ez bi xeyaleke xweş çûm wê derê. Ji ber ku ez esker bûm, dêya min şanaz dibû. Lê ji ber tahdeya li wir reviyam. Dilê min ji welêt sar bû. Ji bo ku ser bûyerê bigirin çi ji destê wan hat kirin. Gava ez di xew de bûm, telefona min birine û ji hin kesên din re peyamên wekî 'Hesen tahde li canê xwe kiriye' şandine. Şahidên derewkar anîn. Min tahd eli xwe nekir." 
 
‘EWLEYIYA MIN TUNE YE' 
 
Duduk, anî ziman ku ji ber ku hîn jî gef lê tên xwarin û tahde lê tê kirin bi şev nikare rakeve û ji ber ku ewleyiya wî tune ye, dê neçe eskeriyê. Duduk, destnîşan kir ku ji tiştên hatine serê wî jiyan lê herimiye û got: "Min mehkûmî mirineke sivîl kirine."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin