Li Erzinganê mînîbûs ket nav çêm, 5 kes mirin!

Li Erzinganê mînîbûs ket nav çêm, 5 kes mirin!

Li parêzgeha Erzinganê ya Bakûrê Kurdistanê minûbûseke rêwiyan ket nav Çemê Firatê û herî kêm 5 kes mirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Derengiya şeva borî li bajarokê Exîn li parêzgeha Erzinganê, li ser Pira Şirzî minîbûsa ku ji Trabazonê ber bi Xarpêtê ve diçû ji kontrolê derdikeve û dikeve nav Çemê Firatê.

Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de 5 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Qeymeqamê Exînê Murat Atici nav û nîşanên wan kesên ku mirine û birîndar bûne, eşkere kir: Kader Îlçin (30), Ayşe Îlçin (6) û Kubra Dil (24) birîndar bûn. Gulser Dil (59), Şeyma Kalkan (27), Suleyman Kalkan (2), Mehmet Dil û Muhammet Dursun Îlçin (1) jî canê xwe ji dest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin