Li Erebîstana Siûdî 50 kes hatin kuştin

Li Erebîstana Siûdî 50 kes hatin kuştin

Hêzên Koalîsyona di pêşengiya Erebîstana Siûdî de êrîşî girtîgehek li Yemenê kirin. Di êrîşê de 50 kes mirin û 100 kes jî birîndar bûn.

A+A-

Hêzên Koalîsyona di pêşengiya Erebîstana Siûdî de êrîşî girtîgehek li Yemenê kirin. Di êrîşê de 50 kes mirin û 100 kes jî birîndar bûn.

 

Hêzên Koalîsyona di pêşengiya Erebîstana Siûdî de li dijî girtîgehek li Bajarê Zamar ê Yemenê êrîşa hewayî pêk anî. Di êrîşê de 50 kes mirin û 100 kes jî birîndar bûn. Berdevkê Hûsî Muhammed Abdusselam, li ser hesabê twitterê parve kir û got: "Hêzên Koalisyonê di sala nû ya hîcrî de li bajarê Zamarê êrîşî girtiyan kir û komkujiyek mezin kirin. Di êrîşan de li gorî agahiyên ewil 50 kes mirin û 100 kes birîndar bûn." 

 

Midûrê Komîteya Neteweyî ya Karên Girtiyan ya girêdayî Husîyan Abdulkadir el-Murtada jî li ser hesabê Facebookê agahî dan û got: "Balafirên koalisyonê li bajarê Zamarê girtîgehên di kontrola Husiyan de kirin hedef. Yekineyên girgarkirinê ji ber êrîşan nekarîbû xwe bigînin qadê." 

 

Şahidên bûyerê jî diyar kirin ku birîndar bi maşîne û ambulansên Husiyan rakirin nexweşxaneyan. Husiyan têkildarî bûyerê Erebîstana Siûdî û Emîriyên Ereb ên Yekbûyî (BAE) tawanbar kir. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin