Li Erdîşa navçeya Wanê 90 kes hatin girtin

Li Erdîşa navçeya Wanê 90 kes hatin girtin

Li Wanê gundên li navçeya Erdişê ku 22 roj in di bin dorpêça Cendermeyan de ye 90 kes hatine girtin.

A+A-

Li navçeya Erdişê ya Wanê ku bi berdewam rastî operasyonên leşkeran tê, hate zanîn ku di 22 rojan de bi ser 200 malan de hatiye girtin û 90 kes hatine girtin.

Di dema serdagirtina malan de, leşkeran zarokan û genc eşkence dane û berdewam di nava taxan de digerin.

Hat ragihandin, li Erdişê li gundê Gozutokê, du ciwanên bi navê Inan Dilmaç û Bulent Sakar rastî eşkeceyeke dijwar ji aliyê leşkeran ve hatine û di laşê wan de şopên eşkencê diyar in.

Duhî jî, sê malbatan ji ber ku di baregehên leşkerî de 3 zarokên wan hatibûn eşkencedan, doz vekirin û serî li Komeleya Mafê Mirovan dabûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin