Li Enqerê di avahiyekê de termên 3 ciwanan hatin dîtin

Li Enqerê di avahiyekê de termên 3 ciwanan hatin dîtin

.

A+A-

Li Enqereya paytexta Tirkiyê di avahiyekê de termên 3 ciwanan hatin dîtin.

Li navçeya Pursaklar a Enqerê termê sê kesan di geraja avahiyekê de hatin dîtin û guman tê kirin ku ew kes ji ber dukêla egzozê jehrî bûbin.

Li gor zanyariyan derdora demjimêr 08.00ê sibeha îro, welatiyekî termê sê ciwanan di geraja bînayekê de dîtin û piştre jî hêzên polîs agahdar kirin.

Li gorî lêkolînên destpêkê hatiye zanîn ku ew hersê kes bi temîrkirina otomobîlekê ve mijûl bûne, lê ji ber ku ew geraj girtî bûye, ji dûkêla egzozê jehrî bûne û jiyana xwe ji dest dane.

Termên wan ciwanan ku temenên hersêyan jî 24 sal bûn, bo morgê hatin veguhastin û piştî pişkinînên dada pizîşkî wê sedemê rasteqîne yê mirina hersê ciwanan diyar bibe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin