Li Emerîka, Birîtanîya û Firansayê di 24 demjimêrên burî de bi hezaran kesan can ji dest dan

Li Emerîka, Birîtanîya û Firansayê di 24 demjimêrên burî de bi hezaran kesan can ji dest dan

Her yek ji Emerîka, Birîtanîya û Firansayê zêdetirîn hejmara mirîyan bi sedema Vayrosa Koronayê tomar kirin di 24 demjimêrên burî de.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Emerîkayê 4,505 haletên nû yên mirinê tomar kirin û bi vê yekê jî hejmara mirîyan bi sedema Koronayê 33 hezar derbaz kir û piranîya wê hejmareyê  jî li Nîyoyorkê ye. Hejmara tûşbûyan jî gehişte 670 hezar kesan.

Dawîn hejmarên ku Zanko ya Conz Hobkinz derxististîne, aşkera dikin ku hejmara mirîyan li Nîyoyorkê tenê heya niha gehiştîye 11,477 haletan.

Li Birîtanîya jî duhî amarên Wezareta Tenduristîyê aşkera kirin, 861 kesên din bi Vayrosa Koronayê mirine û hejmara tevaya haletên mirinê li wî welatî gehişte 13,729 kesan.

Ji alîyê xwe ve Firansayê 753 haletên nû yên mirinê di 24 demjimêrên burî de ragehand. Ev jî, hejmara tevaya mirîyan bi sedema Koronayê li ser axa Firansayê, li gor rêveberê Tenduristîya Gitştî, Cîrom Salomon,  digehîne 17,920 kesan.

Îtalîya di rêza dûyem de dihêt, ku hejmara mirîyan di wî welatî de, 22 hezar derbaz kirîye û Ispanîya Sêyem e û heya niha 19,300 helatên mirinê têde hatine tomar kirin û dûv re jî Firansaye bi nêzîkî 18 hezar haletên mirinê.

Di niha de, 4.4 milyar kes li cîhanê, anku nêzîkî 57% ji rûniştvanên ser Erdê di kirentîneyê de ne, vêcar çi li ser wan hatibe sepandin yan wan bi xwe, xwe di mal de hêştibe.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin