Li Êlihê xezûrek zavayê xwe kuşt

Li Êlihê xezûrek zavayê xwe kuşt

.

A+A-

 Li gundê Bilheyder ya ser bi parêzgeha Êliha Bakûrê Kurdistanê xezûrek zavayê xwe kuşt.

Li ser rêya navçeya Heskîfê li gundê Bilheyder a girêdayî Êlihê di navbera xezûr û zavayê xwe de ji ber sedemeke hê jî ne diyar pevçûn. Li ser mezinbûna pevçûnê, xezûr yê bi navê Halîl B. bi demançeyê berî zavê xwe yê bi navê Egît Adanir da.

Egît Adanir bi giran birîndarî xwe avêt benzînxayeke nêzikî bûyerê. Egit li benzînxanyeê jiyana xwe ji dest da û xezûrê wî Halîl B. jî ji cihê bûyerê reviya.

Termê Egît Adanir ji bo otopsîkirinê rakirin nexweşxaneyê. Tîmên ewlehiyê jî Halil B. yê ku reviyabû desteser kirin. Di derbarê bûyerê de lêpirsin hat destpêkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin