Li Êlihê li şûna Sînemaya Yilmaz Guney hawizê avê tê çêkirin

Li Êlihê li şûna Sînemaya Yilmaz Guney hawizê avê tê çêkirin

Qeyûmê Şaredariya Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, li şûna salona Sînemaya Yilmaz Guney ku bûye nîşana bajêr, hawizekî avê çêdike.

A+A-

Sînemaya Yilmaz Guney ku li navenda bajarê Êlihê ye, piştî danîna qeyûm bo ser şaredariyê di sala 2016an de hat girtin. Di 30ê Çileya 2017an de ji ber şorta elektrîkê bi tevahî şewitî. Qeyûmê Êlihê berê rapirsiyek kir û pirsyar ji xelkê bajêr kir ka gelo li wî cihî “mizgeft, salona sînema yan park” bê çêkirin û ev jî bû sedema gelek karvedanan.

Mihemed Demir, piştî ku di hilbijartina 31ê Adara 2019an de bi bidestxistina ji sedî 66ê dengan, wek Hevserokê Şaredariya Êlihê li ser lîsteya HDPê hat hilbijartin. Di yekem civîna Encûmena Şaredariyê de ragihand, ku Sînemaya Yilmaz Guney bi awayekî modern çêdikin, lê ji ber kombûna 307 milyon lîre deynên şaredariyê, cîbicîhkirina projeyê bo sala 2020ê hat paşxistin.

Roja 23ê Adara 2020ê careke din qeyûm bo şaredariya Êlihê hat danîn û qeyûm biryara rawestandina projeyê da. Pişt re biryar da, li cihê sînemayê hawizekî avê çêbike. Tîmên şaredariya Êlihê dest bi karê xwe yê projeye û danîna boriya avê bo cihê çêkirina hawiz kirin.

Hevseroka berê ya şaredariya Êlihê ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn dide zanîn, Sînemaya Yilmaz Guney ne tenê saloneke sînemayê ye, saziyeke bajêr dide nasandin, lewra divê ji nû ve were çêkirin

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin