Li Êlihê 306 esnaf dikanên xwe girtin

Li Êlihê 306 esnaf dikanên xwe girtin

Serokê Yekîtiya Odeyên Esnafan a Êlihê Talat Kara diyar kir li Êlihê ji 15ê Tîrmehê heta niha 306 esnaf dikanên xwe girtin.

A+A-

Serokê Yekîtiya Odeyên Esnafan a Êlihê Talat Kara diyar kir li Êlihê ji 15ê Tîrmehê heta niha 306 esnaf dikanên xwe girtin.

Talat Kara diyar kir ku; rewşa esnafan bi gelemberî ne baş in û esnafên ku hewl didin li ser piyan bimînin jî rojên zehmet derbas dikin. Bi sedan esnaf di bin deynan de ne. Bi hezaran ji wan kirê ji berika xwe didin. Herroj betalî û bêkarî zêde dibe.

Herweha Kara destnîşan kir ku, li Êlihê nêzî hezar mamoste ji kar hatine durxistin û ev jî bandorekî xirabtir kiriye, ger mamoste vegerin ser karên xwe ev yek dê ji bo esnafan û ji bo Êlihê gelekî baş be. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin