Li Elegezê Laleşa Nûranî tê avakirin

Li Elegezê Laleşa Nûranî tê avakirin

Li herêma Elegezê ya Ermenistanê kurdên êzidî dest bi avakirina perestgehekê kir. Perestgeha ku li gundê Rêya Teze tê avakirin, bi teşbê Laleşa Nûranî tê avakirin

A+A-

Li herêma Elegezê ya Ermenistanê kurdên êzidî dest bi avakirina perestgehekê kir. Perestgeha ku li gundê Rêya Teze tê avakirin, bi teşbê Laleşa Nûranî tê avakirin

Yek ji cihên ku kurdên êzidî herî zêde lê dijîn jî welatê Ermenistanê ye. Êzidiyên ku ji ber fermanan ji Kurdistanê koçber bûn, li Ermenistanê xwe girtine û li wir ji xwe re cih û war avakirine. Yek ji van herêmên ku kurdên êzidî lê bi cih bûne jî herêma Elegezê ya Hayastanê ye. Li vê herêma ku li quntarên çiyayên Elegezê avabûye, 11 gundên êzidiyan hene. Yek ji van gundan jî, gundê Rêya Tezeyê ye.

Niha jî li gundê Rêya Tezayê perestgeheke nû ya êzidiyan tê avakirin. Mirov dikare bibêje ku  ev perestgeh, mînyatûra Laleşa Nûranî ye. Projeya avakirina perestgehê ji hêla xêrxwazekê ji gundê Rêya Teze ve tê pêşniyarkirin. Welatiyê ku li Eropayê dijî, dixwaze ku li gund perestgehekê veke. Li ser qebûlkirina pêşniyarê jî ji Laleşa Nûranî ya li Şengalê axa pîroz tê anîn û bingeha perestgehê tê avêtin.

Mîna Laleşê tê avakirin

Hêj çêkirina vê perestgehê berdewam dike. Wisa tê texmînkirin ku ev avahiya bi teşbeyê Laleşê, di nava salekê de were temamkirin. Mîmariya vî cihê pîroz, bi tevahî weke Laleşê tê hûnandin û şiklê wê bi temamî weke ya Laleşê ye. Di kompleksa perestgehê de ji xeynî cihê îbadetê, ji bo mêvanên werin herêma Elegezê mêvanxaneyek jî tê lêkirin.

Perestgeh dê valahiyeke mezin dagire

Ji ber ku li herêma Elegezê îbadetxaneyên êzidiyan kemin, ev perestgeh dê valahiyeke mezin tije bike û ji bo êzidiyan dê bibe cihekî pîroz. Tê hêvîkirin ku piştî ev perestgeh bê qedandin, ji hêla heyetek payebilind ku ji Laleşê werin û bi tevlêbûna gelek êzidiyên ji diasporayê were vekirin.

 

1-031.jpg

2-048.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin