Li Efxanistanê teqîn

Li Efxanistanê teqîn

Bi sedema teqîna otomobîleke bombekirî li başûrê Efxanistanê, 20 kes hatin kuştin û 95 kesên din jî birîndar bûne.

A+A-

Teqîn li parêzgeha Zabul a Efxanistanê çê bûye û li nêzîkî nexweşxaneyekê çê bûye.Tevgera Talîbanê berpirsatiya encamdana teqînê li xwe girtiye û baregeha Saziya Îstixbarata Efxanistanê kiriye armanc.

Berdevkê Talîbanê ragihandiye, armanca teqînê hedefgirtina Rêveberê Asayişa Niştimanî ya Efxanistanê bûye.

Ew teqîn tenê çend demjimêran piştî twîtta Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo hat, ku têde ragihandiye, heta ku Talîban alozî û tundûtîjiyan kêm nekin, Amerîka proseya danûstandinê ya ji bo rêkevtina aştiyê li gel wê tevgerê dest pê nake.

Herwiha duh Çarşemî 18ê Îlonê jî li bajarê Celal Abadê ku nêzîkî Kabul a paytexta Efxanistanê ye, xwekujekî xwe li nêzîkî avahiyeke hikûmetê teqand û paşê jî kesekî çekdar teqe li avahiyê kir.

Di encama wê êrîşa li Celal Abadê de, 4 kes hatin kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn.

Piştî wê teqînê, dîmeneke balkêş li ser medyayên civakî hatiye belavkirin ku têde zarokeke sava tê dîtin ku ji teqînê rizgar bûye, dayika wî zarokî birîndar e û bavê wî jî bêserûşûn e.

Roja Sêşemî danê sibehê jî du teqîn li Efxanistanê çê bibûn ku di encama wan teqînan de herî kêm 27 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Tevgera Talîbanê berpirsatiya hemû wan teqîn û êrîşan li xwe girtiye.

Zêdebûna tundûtîjî û teqînan li Efxanistanê piştî wê yekê tê, ku destpêka vê mehê, Serokê Amerîkayê Donald Trump rêkevtina aştî ya li gel Talîbanê weke rêkeftineke mirî bi nav kir û proseya danûstandinê ya bi wê tevgerê re da rawestandin.

Talîbanê jî red kiriye ku rasterast li gel hikûmeta Efxanistanê danûstandinê bike. Wê tevgerê herwiha gefa wê yekê xwariye, ku dê hilbijartinên serokatiya Efxanistanê ku biryar e roja 28ê Îlonê bê lidarxistin, têk bide.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin