Li Efxanistanê teqîn

Li Efxanistanê teqîn

Li paytexta Efxanistanê û wilayeta Perwan ya wî welatî herî kêm du teqîn qewimîn, gelek kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

A+A-

Îro danê sibê li devera Cengelbax ya wilayeta Perwan ya Efxanistanê, teqînek li kêleka cihê mîtînga hilbijartinê ya serokomarê Efxanistanê qewimî.

Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de herî kêm 24 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li nêzîkî sefaretxaneya Amerîka li paytext Kabulê jî teqînek qewimî lê heta niha ti agahiyek li ser wê teqînê nehatiye belavkirin.

Hilbijartinên serokomariya Efxanistanê roja 28 vê mehê tên kirin.

BASNEWS

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin