Li Efrînê teqînek pêkhat

Li Efrînê teqînek pêkhat

Li gor agahiyan, teqîn bi rêya otomobîlekî bombebarkirî ve pêkhatiye û binkeyekî milîsên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve ne kiriye armanc.

A+A-

Otomobîleke bombekirî li nêzîkî bargeheke çekdarên Opozisyona Sûriyê li Efrînê teqiya û di encamê de kuştî û birîndar çêbûne.

 

Piştî teqîna li hemberî Saraya Efrînê, îro li hemberî avahiya çekdarên opozîsyona Sûriyê teqîneke din bi rêya otombêleke bombekirî çêbû.

 

Li gor agahiyan li pêşiya baregeha çekdarên Ehrar El Şerqiye ya li ser rêya navçeya Racoyê ya Efrînê teqînek pêk hat û di teqînê de kuştî û birîndar hene.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin