Li Efrînê teqîn! Sivîlekî jiyana xwe ji dest da!

Li Efrînê teqîn! Sivîlekî jiyana xwe ji dest da!

Li gundekî Efrînê bombeyeke vedayî bi welatiyekî sivîl de teqiya û canê xwe jidest da.

A+A-

Hate ragihandin, li gundê Remedana ya ser bi navçeya Mabeta ve bombeyeke vedayî teqiya û pîremêrê 65 salî Mihemed Ehmed Koçer canê xwe jidest da.

Dan zanîn jî, ku berî sê rojan li Qêsim ya ser bi navçeya Raco ve bombeyek vedayî di direktorekê de teqiyabû û di encamê de 5 kes birîndar bûbûn, birîndarê bi navê Cemal Hec Hemîd Şêxo piştî du rojan canê xwe jidest da.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê piştî şerê 58 rojan di 18ê Adara bûrî ve Efrîn, ji wê demê ve jî hema hema bi awayekî rojane bombeyên vedayî bi malên xelkê Efrînê de diteqin û bi dehan sivîl ta niha bûne qurbanî.

Ta niha jî ti aliyekî berpirsatiya xwe derbarê vedana bombeyan di xanî û malên sivîlan de ranegihandiye. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin