Li Efrînê teqîn

Li Efrînê teqîn

Li Efrînê di encama teqîna bombeyeke vedayî 3 zarok bûn qurbanî û malek jî şewitî.

A+A-

Jêderekî ji nava Efrînê da zanîn, îro bombeyeke vedayî li taxa Vêlat a Efrînê teqiya û di encamê de zarokekî canê xwe jidest da û 2 zarokên din jî birîndar bûn.

Wî jêderî diyar kir, di encama teqînê de agir bi malekê ket û xwediyê malê tûşî bihntengiyê bû û ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, rewşa ewlehiya Efrînê têk çûye û çend rojan teqînek rû dide û welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Roja Îna bûrî jî otombîleke bombekirî li nava Efrînê teqiyabû û di encamê de 2 kesan canê xwe jidest dabû û zêdetir ji 10 kesan birîndar bûbûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin