Li Efrînê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin

Li Efrînê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin

.

A+A-

Hat ragihandin ku li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê xaleke artêşa Tirkiyê ketiye ber êrîşekê û leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin. Li gor agahiyên hatine belavkirin, leşkerê kuştî xelkê Nisêbînê ser bi bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye ku roja 3ê Kanûna 2020an li herêma Efrînê “di şer û pevçûnekê li gel PKK/YPG de” Çawîşê Pispor Mehmet Altun canê xwe ji dest daye.

Parêzgariya Hatayê jî derbarê mijarê de ragihandiye, “Xala Xezêwiyê ya artêşa Tirkiyê li Efrînê ketiye ber êrîşa hêzên PKK û di encam de Çawîşê Pispor Mehmet Altun hatiye kuştin.”

Herwiha hatiye ragihandin ku piştî merasîma leşkerî dê cenazeyê Altun bo bajarokê wî bê şandin.

Roja 18ê Adara 2018an hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê derbasî nav bajarê Efrînê bûbûn û roja 24ê Adarê jî artêşa Tirkiyê ragihandibû, ku herêma Efrînê ketiye bin kontrola leşkerên wan û ji wê demê ve li wir bicîh bûne.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin