Li Efrînê kuştin û revandin

Li Efrînê kuştin û revandin

Welatiyekî Efrînî ku dixwast dozê li dijî kesên birayê wî di bin eşkenceyê de kuştine veke, ji aliyê Polîsa Leşkerî ve hate revandin.

A+A-

Roja 9ê vê mehê grûpeke çekdar welatiyê bi navê Mihemed Henîf Husên ê ji gundê Bilêlko piştî revandina wî di bin eşkenceya hovane de hat kuştibû.

 

Rewangeha Sûrî da zanîn, dema birayê Mihemed Henîf Husên derbarê kuştina birayê de xwe de doze veke û daxwaza lêpirsînê kiribû, lê ew ji aliyê Polîsa Leşkerî ya li navçeya Reco hate revandin û ti zanyarî li ser cihê wî nîn e.

 

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, ta niha zêdetir ji 40 kesî di bin eşkenceyê û bi guleyên rasterast ên çekdaran ve hatine kuştin, lê ta niha ti lêpirsîn di derbarê wan tawanan de nehatine vekirin û tawanbar bê lêpirsîn dimînin.

 

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin