Li Efrînê grûpên çekdar bi hev ketin

Li Efrînê grûpên çekdar bi hev ketin

Li Bajarê Efrînê şer di navbera du grûpên çekdar de derket û di encamê de hejmarek ji her du aliyan hatin kuştin.

A+A-

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê şer di navbera du grûpên di nava Firqeya el-Hemzar de derket û di encamê de hejmarek kes ji her du aliyan hatin kuştin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara bû de ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve, gelek caran li ser dizî û destdanîn li ser mal û milkên xelkê Efrînê şer di navbera grûpên çekdar de derdikeve û hejmarek ji wan tên kuştin û birîndarkirin.

Roja 6ê vê mehî jî di navbera grûpa Ehrar el-Şerqiye û Ceyş el-Îslam li Meydana Kawa ya Efrînê de derketibû û hejmarek ji her du aliyan hatin kuştin û birîndarkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin