Li Efrînê dizî, talan û koçkirina bi zorê berdewam in

Li Efrînê dizî, talan û koçkirina bi zorê berdewam in

Milîsên bi ser Tirkiyê ve, li Efrîna Rojavayê Kurdistanê li ser talan, dizî û zordestiyên xwe berdewam e û çekdaran bi darê zorê dest danîn ser berhemên hin zeviyên hinaran û xaniyekê.

A+A-

Li gor çalakvanan, çekdarên girûpa Ehrar El-Şam, li gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrewa, hin zeviyên hinaran ên hemwelatiyên kurd desteserkirin.

Çalakvan tekez dikin ku çekdarê bi navê Ebû Şeiban dest daniye ser berhemên 2 hezar darên hinaran, çinîne û ji xwe re li bazarê firotiye.

Li alîkî din, çekdarên bi ser Tirkiyê ve, li gundê Kokanê yê navçeya Mebeta, welatiyê bi navê Cemîl Umer ji xaniyê wî bi darê zorê, bi behaneya ew bi tena xwe di maleke mezin rûniştî ye, derxistin! Û malbateke Ereb li şûna wî bicîkirin.

Li gor çavkaniyên taybet ên BasNewsê, cîranekî wî hewil daye destêwerdanê bike û hemwelatiyê gundê xwe ji wê helwestê derxe û bi hev re li hember çekdaran bisekinin lê wan çekdaran bi sungiyê çekê li seriyê wî dane û birîndar kirine.

Herweha piştî vê bûyerê jinên gundê Kokanê, piştî bûyerê xwenîşandanek li dijî çekdaran lidarxistin lê çekdaran guh nedan wan û dest danîn ser mal û milkê xelkê.

Çavdêrgeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raporteke xwe de destnîşan kir ku piştî koçkirina bêtirî 300 hezar hemwelatiyên kurd ji devera Efrînê, çekdarên bi ser Tirkiyê dest danîne ser 75% ji berhema werzê zeytûnan û ji xwe re werza îsal demane dikin û difroşin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin