Li Efrînê di sala 2021ê de 1200 binpê kirinên mafên mirovan pêkhatine

Li Efrînê di sala 2021ê de 1200 binpê kirinên mafên mirovan pêkhatine

.

A+A-

Zincîreya tawan û binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê grûpên çekdarên ser bi Tirkiyê ve li herêma Efrîn berdewam in. Di sala 2021ê de jî, zêdetir ji 1200 tawan û binpêkirin hatine kirin.

Di 20 Çileya 2018an de artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve êrîşî ser Efrînê kirin û piştî şerê 58 rojan Efrîn hat dagîrkirin. Di encama dagîrkirina Efrînê de, zêdetir ji hezar welatî şehîd û birîndar bûn, zêdetir ji 350 hezar welatî jî bi neçarî derbider bûn. Piştî sê salan ji dagîrkirinê jî, hîn tawan û binpêkirinên mirovî berdewam in.

Ji Adara 2018an ve, bê navber tawan û binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê grûpên çekdaran ve hatine, wek revandin û kuştina welatiyan, destdanîna ser mal û milkên xelkê, şewitandin û hilkirina darên zeytûnan û meyweyên din, têkdana şûnwaran, cihên dîrokî û mezarên Êzidiyan û guhartina demografiya Efrînê.

Di vê derbarê de, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan raportek li ser tawan û binpêkirinên mafên mirovan ên ji aliyê grûpên çekdaran ve tenê di sala 2021ê de hatine kirin belav kir û diyar kir:

- 129 kes di encama şer û pevçûnên çekdaran xwe bi xwe de, topbaran û teqînan de hatine kuştin, ji wan 66 kesên sivîl (ji nava wan 13 zarok û 15 jin) in û 63 çekdar in.

- 25 teqîn hatine kirin.

- 26 caran şer û pevçûn di navbera grûpên çekdaran bi xwe de derketiye.

- 726 kes ji aliyê grûpên çekdaran ve hatine revandin.

- 168 xanî û dikan ji aliyê grûpên çekdaran ve hatine desteserkirin.

- 113 zeviyên çandiniyê ji aliyê grûpên çekdaran ve hate desteserkirin.

- 78 xaniyên koçberên Efrînê ji aliyê grûpên çekdaran ve hatine firotan.

- 106 proseyên “ferzkirina bacan” ji aliyê grûpên çekdaran ve hatine kirin.

Tevî ku gelek rêxistinên mirovî tawan û binpêkirinên çekdaran yên li dijî Kurdên Efrînê tomar kirine, lê heya niha tI kes nehatiye sizakirin û ti guhertin çênebûye.

Derbarê tawan û binpêkirinên mafên mirpvan ên li Efrînê de, Nivîsgeha Mafê Mirovan a Netewên Yekgirtî daxwaz ji Tirkiyê kirbû ku lêkolînekê derbarê binpêkirinên li Efrînê de veke, lê ew daxwaz hate pişguhxistin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin