Li Efrînê di nav komên çekdar de şer: Kuştî û birîndar hene

Li Efrînê di nav komên çekdar de şer: Kuştî û birîndar hene

Li navenda bajarê Efrînê şer û pevçûnên dijwar di navbera grûpên çekdar derketin. Li gor zanyariyan heta niha nêzîkî 40 çekdarî hatine kuştin û birîndarkirin.

A+A-

Hate ragihandin şer û pevçûn di navbera grûpên Şerqiyê û çend grûpên din de derketiye.

 

Hat gotin Tirkiyê daxwaz li grûpên Şerqiyê kiriye ji nav Efrînê derkevin û xwe ji bo şer li Girê Spî û Kobanî amade bikin.

 

Grûpên Şerqiyê red kiriye ji nav Efrînê derkevin, lewma grûpa Sultan Murad û çend grûpên din bi fermana Tirkiyê êrîşî navendên Şerqiyê kir.

 

 

Rewangeha Sûrî ya Mafên belav kir, hêzên Tirkiyê û grûpên wek Feyleq el-Şam, Firqey el-Hemzat, Sultan Murad û Feylea Sêyemîn îro sibê êrîş birin ser baregehên grûpa Şuhada el-Şerqiye û daxwaz ji çekdarên wê grûpê kirin ku çekên xwe radestî wan bikin, lê grûpa Şuhada el-Şerqiyê ew yek red kir û şer û pevçûn derket.

Rewangeha ragihand jî, piştî derketina şer li gelek taxên Efrînê, artêşa Tirkiyê û grûpên pê re hemû riyên tên Efrînê girtin û qedexeya çûnûhatinê li nava bajêr ragihand.

Rewangehê amaje bi wê yekê jî kir, pevçûn zêdetir li taxa Vêlat giran e û kuştî û birîndar ji her du aliyan hene.

Li ser sedema wî şerî, Rewangehê da zanîn, artêşa Tirkiyê û hin grûpên din ji ber pirsên dîzî, talanê û destdanîna ser mal û milkên xelkê Efrînê daxwaz ji grûpa Şuhada el-Şerqiyê kirine ku çekên xwe dane û xwe radestî wan bike.

Herwiha hat ragihandin balafirên şer ên Tirkiyê li asîmana Efrînê firiyane û qedexeya çûnhatinê hatiye ragihandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin