Li Efrînê di meha Îlonê de grûpên çekdar 127 kes revandin

Li Efrînê di meha Îlonê de grûpên çekdar 127 kes revandin

Li gorî raporteke rêxistineke Sûrî, gurûpên çekdar yên opozisyona Sûrîyê, tenê di meha Îlonê de, 127 kes ji herêma Efrînê girtine, di nav wan de 17 jin û keçeke zarok hebûn.

A+A-

Rûdaw

 

Li gorî raporteke rêxistineke Sûrî, gurûpên çekdar yên opozisyona Sûrîyê, tenê di meha Îlonê de, 127 kes ji herêma Efrînê girtine, di nav wan de 17 jin û keçeke zarok hebûn.

 

Li Gundê Erindê, fermandarê Ehrar El-Şam, Ebû Eyûb, zext li mixtarê gund kirîye, heta ku neçar bû, ku ji gundê xwe derkeve, û wî fermandarê dest danîye ser tevahîya mal û milkê Mixtar, û xwe di mala wî de bicih kirîye.

 

Ev gundê Erindê ser bi nahîyeya Şiyê ya herêma Efrînê ye. Li nav wî gundî, fermandarê grûpa Ehrar el-Şam ji muxtarê gund xwestîye ku navê 27 ciwan radestî wî bike û bi bêbextî bi pêwendîya ligel PYD tohmetbar bike. Ji ber ku muxtarê gund ev yek red kirîye û li jêr fişarê neçarî bicihiştina gundê xwe bûye. Ebû Eyûb, fermandarê grûpa navborî dest danîye ser mal û tevahîya milkê muxtarê gund.

 

Li gor Rêxistinên ku binpêkirinên grûpên çekdar bi belge dikin, ew yek ji dehên binpêkirinan e ku rojane li dijî xelkê Kurd li herêma Efrînê ya rojavayê Kurdistanê tên encamdan.

 

Roja 2yê cotmehê, grûpeke Çekdar welatî Mihemed Arif Ebas ji gundê Birîmce girtîye. Roja 30ê îlonê, grûpa Hemzat li gel polîsên sîyasî û Îstixbarata Tirkîyê welatî Cuma Esed Kalom 37 salî, girtine. Welatîyê navborî ji gundê Keferzîtê ye û bi tohmeta xizmeta di Rêveberîya Xweser de hatîye girtin.

 

Welatî Şikrî Mistefa, 60 salî, ji encama îşkencedanê jîyana xwe ji dest daye. Welatîyê navborî ji gundê Mîrka ye li ser destê grûpa el-Cebhe el-Şamîye hatibû girtin û îşkencedan û li beramberî 300 lîreyên Sûrî hatibû berdan.

 

Çekdarên Feyleq el-Şam bi ser malên niştecîyên gundê Gewenda de digirin û wan tirsînin û rê nadin wan zeytûnên xwe berhev bikin. Li gorî raportek Rêxistina bi navê (Sûrî ne, ji bo Rastî û Dadweriyê) grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê, tenê di meha Îlonê de, 127 kes ji herêma efrînê girtine, di nav wan de 17 jin û keçeke zarok hebûne.

 

Di raportê de Rêxistina navborî diyar kirîye ku 70 kes ji wan girtîyan hatine berdan, lê çarenivîsa 57 kesên din ne diyar e.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin